Fîlma Zîndana Diyarbekirê tê kişandin

 

Pêkanînên dijî mirovahiyê ku di dema derbeya 12ê îlonê de, li Tirkiyeyê di Zîndana Diyarbekirê de hatine kirin, bi lîstina girtiyên wê demê dibe fîlma sînemayê.

 Li gorî nûçeya CHAyê, bi helwesta çêkera fîlman Ebru Arslan û derhêner Abdulbaki Arslan, êşkenceyên ku di Zîndana Diyarbekirê de hatine kirin, dibe mijara fîlmeke sînemayê.


Derhêner Abdulbaki Arslan, li Diyarbekirê di Cemiyeta Rojnameyên Başûrêrojhilatê de civîneke çapemenî li dar xist û got, bi navê “Bila Cereke Dîtir Nebe”, zilm û zordariya ku di dema derbeya 12ê îlonê de, di Zîndana Diyarbekirê de hatine kirin dê bikşînin. Arslan got, di fîlmê de aktorên navdar Tarik Akan, Nejat Îşler, Erkan Petekkaya û Tuncel Kurtiz jî dê bilîzin.
Arslan got, hê berê, pir belgefîlmên Zîndana Diyarbekirê hatine kişandin û ew ê di hefteya bê de dest bi kişandina fîlmê bikin. Arslan wiha pêde çû:
“Bi şahidên demê, ez ê dojehêkê nîşan bidim. Em ê beşekê fîlmê di girtîxaneyê de bikşînin. Em bi Wezareta Kulturê re axivîn û destûra pêwîst me girt. Di 27 welatan de, di heman demê de, fîlm dê têkeve vîzyonê. Di nava mehekê de em ê fîlmê temam bikin. Piştî ku di mihrîcanên navneteweyî de hate nîşandayîn, li Tirkiyeyê jî dê têkeve vîzyonê.”
Ebru Aslan jî got, Kovara TIME, Zîndana Diyarbekirê, di nava “10 Girtîxaneyên Herî Xerab ên Cihanê” de nîşan daye û domand, “Di Girtîxaneya Diyarbekirê de, ser girtiyan wehşet hate kirin. Vê yekê bi zimanê sînemayê vegotin erka me ye.”
Girtîxaneya Diyarbekirê, di dema derbeya 12ê îlona 1980ê de, bi pêkanîna zulm û zordarî û êşkenceyên ser girtiyên kurd, ji hêla cihanê ve hate naskirin. Tê plankirin ku girtîxane bibe muze.