Festîvala sînemaya Qahîreyê bi dawî hat

 

34emîn Festîvala Sînema ya Navdewletî ya Qahîreyê li Misrê bi dawî hat û fîlmekî Iraqê xelat wergirt.

 Di festîvaê de ku 30ê meha borî dest pê kiribû, fîlma Iraqê ya bi navê “Kurê Babil” yê derhêner Mihemed Deracî xelata Senryoya herî baş bi hevparî digel Libnanê bi dest anî.


Sînemakarê Iraqê Heyder Hilû ku ew xelatê li şûna derhênerê fîlmê sitand, ji AKnewsê re got, “Ez bi vê xelatê gelek dilşadim, bi rastî pêşbirkiya di navbera fîlmên beşdar de gelek bihêz bû, dema Iraq di rewşa xwe ya niha de xelateke wiha distîne, wataya wê pir mezin e.”
Di rêwresimên dawîya festîvalê de hejmarek mezin ji lîstikvanên navdar ên cîhanî û erebî amadebûn.
Xelatên festîvalê bi vî awayî hatin parvekirin:
- Fîlmê “Şewiq”  xelata yekemîn a Herema Zêrîn/Misr.
- Fîlmê “Maykrofon” Baştirîn Fîlmê erebî/Misr.

 - Lîstikvan “Sewsen Bedir” Baştirîn lîstikvana festîvalê/Misr.


- Lîstikvan “Omer Şerîf” Baştirîn lîstikvanê festîvalê/Misr.
- Fîlmê “69 Qada Rûpîvanê” xelata Dîdara Sînema ya Navdewletî ya Qahîreyê/Misr.
- Fîlmê Îrlendayê “Wek ez ne li wir bûm” xelata Herema Zîv.
- Derhênerê Îtaliyeyê “Sfitosaf Ofetsharf” xelata Baştirîn Derhêner.
- Fîlmê Ogandayê “Baweriya Min” baştirîn fîlmê digital.
Tê zanîn Di festîvalê 2 fîlmên kurdî bi navê Lêdana Destpêkê yê derhênerê Şewket Emîn û yê din Xeyalên Miriyan yê derhênerê Hesen Elî ye beşdar bûn.