Di Rola Saddam' da Nalizim

Derhêner û hunermendê kurd Mahsun Kirmizigul ku, di demên dawî de li Tirkiyeyê bi kişandina fîlman hate rojevê, amadekariya kişandina fîlma tevkujiya Helebçêyê dike.

Mahsun Kirmizgul, derhênerê fîlmên bi navê “Beyaz Melek (Meleka Spî)”, “Güneşi Gördüm (Min Roj Dît)” û “New York’ta Beş Minare (Li New Yorkê Pênc Minare)” ku di salên dawî de rekorên temaşekirinê şikandibûn, destnîşan kir ku, amadekariya kişandina fîlma “Tevkujiya Helebçeyê” dike.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, Kirmizigul, dest bi amadekarî kiriye û bo ku rola dîktarorê Iraqê yê berê Sedam Huseyn ku emrê bombebarana Helebçeyê dabû bilîze, ji Îbrahim Tatlises re teklîf biriye.

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku, Tatlises derbarî mijarê de gotiye, “Ez bi kêfxweşî di fîlmeke wiha de dixwazim bilîzim”, lê dema ku bihîstiye rola Sedam Huseyn bo wî çêtir hatiye dîtin, nerazîbûneke tund hemberî navbeynkarê ku jê re teklîf biriye daye.

Di 16ê adara 1988 de, di dema şerê Iraq û Îranê de bi emra dîktatorê Iraqê Sedam Huseyn, bi çekên kîmyayî bajarê Helebçe hatibû bombebarankirin û di encamê de piraniya wan zarok û jin, 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû û ji 7 hezarê zêdetir kes jî birîndar bûbû. Helebçe li Herêma Kurdistanê nezîkî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê ye.