Caillo êdî bi kurdî dê baxive

 

 Fiilma lehengê xwînşêrîn ê fîlmên kartên ê zarokan Caillo (Kayo), li Tirkiyeyê bi dublaja kurdî dê bête weşandin.

Fîlma Karton Caillou, ji vir û pê ve, her roj, li gorî demjimêra Tirkiyeyê 8.45, piştî nîvroyê jî 15.20 de, dê ji ekranên Dunya TV ku li Entabê weşanê dike, bête weşandin.

Li gorî nûçeya CHAyê, Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Dunya TV Remiz Ketenci got, bo weşandina fîlmê, ev demeke dirêj e ku amadekarî dikin.

Senaryoya Caillou ji hêla Christine Heureux ve hate nivîsandin û Helena Desputaux jî xetên wê xêz kirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê jî pir tê ecibandin, heta niha 500 hezar CD û milyonek û nîv pirtûkên wê hatin firotin.