24 fîlmên Iraqê di festîvala Kendavê de beşdar in

Hat zanîn ku Iraq bi 24 fîlman beşdariya 4emîn Festîvala Sînemayê ya Kendavê dike.

Derhênerê iraqî Alî Fadil ku di festîvalê de beşdar e ji AKnewsê re got ku 24 fîlmên kurdî û erebî yên Iraqê ku ji belge fîlm û fîlmên kin û dirêj pêk tên dê beşdarî festîvalê bikin.

Fadil xuya kir ku bi rêya beşdarîkirina wan fîlman re, Iraq dibe yekemîn welat ku bi wê hejmara mezin beşdarî festîvaleke sînemayê li welatên Kendavê dike.

Fadil bala kişand ku xweguncandina sînemakarên iraqî digel bûyerên siyasî û civakî yên li Iraqê dê bibe destpêkeke nû ber bi sînemayeke pêşketî ya Iraqê.

Fadil got jî, “Ji fîlmên beşdar fîlmê “Birayê Min Hêriş” ku ji derhênan mine û behsa jiyana du birayên ku bavê wan ereb û dayîka wan kurd e û her yek di jîngeheke di ziman, kultûr û civakê de cuda ne, rabûne.”

4emîn Festîvala Sînemayê ya Kendavê dê 14î vî mehê li bajarê Dubey li Îmarata Erebî di bin çavdêriya Serokê Desteya Dubey ya Kultûr û hunerê şêx Macid Bin Mihemed Bin Raşid Al Mektûm dest pê bike û 20ê mehê bi dawî tê.

Tê zanîn ku di 3emîn Festîvala Sînemayê ya Kendavê de 18 fîlmên Iraqê beşdar bûn û tê de xelatên girîng ên festîvalê bi dest xistibûn.