Film Eleştirileri

  • 1
  • 2
  • 3
Prev Next

TATLI BELA

10-01-2014 Hits:1654 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

TATLI BELA

Selma Cavuldak- Sinema Dicle Yeni filmimiz 2000 yapımı,erin brockoviç in gerçek yaşamından beyaz perdeye aktarılmış başarılı ve azimli sıcak öyküsüyle izlenmeye değer bir film. Başrol oyuncumuz güzeliği ve çektiği filmlerde kadın konulu...

Read more

Başkanın Adamları: Başkanın Köpekleri!

19-11-2013 Hits:4063 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

Başkanın Adamları: Başkanın Köpekleri!

“Yalan söyleyin. Mutlaka inanan çıkar. Yeterince sık söylenen yalan, sonunda gerçek hale gelir.”(Hitler'in propaganda bakanı Goebbels)ARDÎN DÎREN- Sinema DicleBasın ve medyanın tarihsel süreç içinde her ülkede, bulunan koşullara göre farklı şekillendiği...

Read more

Masalsı bir öykü: Jîn

09-11-2013 Hits:3098 Sadık Bağadur Administrator - avatar Administrator

Masalsı bir öykü: Jîn

Sadık Bağadur- Sinema Dicle Türkiye’de ve Kürdistan’da çekilen politik filmlerin olumlu ve olumsuz tepki toplayan bir çok örneği olduğu şüphesiz. Ama İzlediğimiz bu tarz filmlerde, senaristin hayal dünyası ve yönetmenin çekim...

Read more

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

07-11-2013 Hits:1693 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

ARDÎN DÎREN- Sinema Dicleey pakrewaney xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkaney di şerran de cirrnexweşê biqaskurîbeşkante çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkante xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadiyan(Rênas Jiyan)Siwarê...

Read more

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!

05-11-2013 Hits:1595 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!

ARDÎN DÎREN-Sinema DicleBêguman jiyana gerila û gerîlatiyê ji gelek mirovan re tiştek bi efsûn û têr meraq e. Çiya û jiyana çiya ji zafek mirovan re bu ye kul û...

Read more

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

20-10-2013 Hits:1589 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

ARDÎN DÎREN-Sinema Dicle                                       " Zîhn, weke çiyayekî ji bûzê ye. Tenê ji hefta...

Read more

SABIR TAŞI

20-10-2013 Hits:1936 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

SABIR TAŞI

Selma Cavuldak-Sinema Dicle    Yeni filmimiz Afganistan sinemalarından,2012 yapımı film Atiq Rahimi nın romanından uyarlanmıştır.Kitap 2005 te kocası tarafından öldürülen ,25 yaşındaki Afgan şair Nadya Encüman anısına yazılmıştır.Başrol oyuncumuz güzelliğiyle...

Read more

3 İDOİT

10-05-2013 Hits:3510 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

3 İDOİT

  Selma Cavuldak - Sinema Dicle   Yeni filmimiz 2009 Hint sinemalarından,yönetmenliğini Rajkumar Hirani nin yaptığı,başrol oyuncusu Amharr Khanin klasikleri arasına giren en iyi gişe yapmış hit filmidir.  Filmimiz mühendislik okuyan üç arkadaşın...

Read more

Özgür olmalı ruhun, tıpkı bedenin gibi

13-04-2013 Hits:2990 Non Serviam Administrator - avatar Administrator

Özgür olmalı ruhun, tıpkı bedenin gibi

  Non Serviam-Sinema Dicle Sıcak bir çayı yudumlarken, düşünüp gitmek, sessizce duran yüzünün derinliklerine… Yaralar alarak, yudumlak çayı….   Birazda sen ağla , diye haykırıyor  şimdilerde bir adam ,taa derinlerden…. Yüzüm baharlara kuş  … Hüznüm ise  dağlara...

Read more

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

ARDÎN DÎREN-Sinema Dicle

                                      " Zîhn, weke çiyayekî ji bûzê ye. Tenê ji hefta yek li ser avê tê dîtin."

                                                                       ( Sigmund Freud )

Derhener Kîm Kî Dûk, mohra xwe li fîlmekî nû yê bi navê "Moebius" xist. Beriya ku fîlm li welatê wî Kore (başûr) bê nîşandin têra xwe rexne stand û balê kişand ser xwe. Ev helwest bû sedema ku Dûk, fîlmê xwe bixe otosansûrê. Piştî nêrînên neyênî Dûk sahneyen ku kişandibû û dixwast di fîlmê xwe de nîşan bide derxist. Fîlm ancax bi wî awayî li welatî wî hate nîşandan. Lê dîsa jî fîlm bi awakî li Festîvala Fîlman ya Venedîk 'ê bê sansûr hate nîşandan.

Sînor ji bo fîlman, rastiyan û heqîqetan tune ye. Her çikas hin berhem bên veşartin, neyên pejirandin û tune bên hesibandin jî, rê û rêbaz naqedin. Hemû berhemên di dema xwe de hatine nalet kirin di dawiyê de hatine dîtin û nîşandinê. Weka fîlmê Dûk ku bi dizî, di terkekê de xwe gihandiye Venedîk'ê...

Heta kêngî emê ji rastiya xwe birevin?

Di her demê de, ji bo hemû civakan ev nêrîn derbasdare bawerke, " Gava nexweşiyên civakan tê ziman, kêmasî û nêrînên çewt tên rexnekirin hemû kes bi hev re êrîş dike û rastiyan napejirîne." Gelo çima? Ji ber ku mirov ji xwe ditirse. Ji naskirina mirovahiya xwe ditirse, ji  heqîqeta xwe, ji bedena xwe, xweza û gerdûna xwe ditirse...ev tirs li ber nêrîn û ramanên mirov dîwarên qalind ava dikin. 

Ji xwe hemû mesele jî hilweşandina van dîwarên qalind ku di giyan û mêjûyên me de kevz girtine! Em dizanin ku ev mijar(mijara zayendiyê) ne tiştek ji rêzê ye. Tiştekî kûr e. Lêkolînek berfireh û dûvdirêj dixwaze. Yanî mirov dikare bibêje ku pirsgirêka mirovahiyê ya herî cidî ye ev mijar. Dûk, jî dixaze vê pirsgirêkê hinek bikole, dîwar hilweşîne û rûyê din yê wî alî dîwar nîşanê me bide.

(Dûk çîrokek ji me re dibêje, lê çîroka xwe di deştê de nabêje. Aramiyê ji me dûr dike û me dixe nava xeterê; ew me dibe serê zinarekî, zinarekî wisa ku bi lebitandinekê, mirov wergerê xwarê dibe û dimire. Heta çîroka xwe naqedîne jî me ji ser vî zinarê bilind û tirsnak nayne xwarê.)

Dûk bi senaryo, lîstikvan û tarza xwe ya cûda, bala me dikşîne ser fîlmê xwe û serê me tevlîhev dike. Moebius di hundirê mirov de weke dînemêtekê diteqe. Bi gotineka din îmana mirov ji serê mirov derdixe! Her dîmenê  li ber çavên me mûyê mirov radike hewa, laşê mirov dilerizîne û hestê mirov serobino dike. Surprîz li ser sûrprîzê diteqîne di mêjûyê mirov de. Giyan, hişmendî û feraseta mirov dikeve qonaxeka din. Kesên ku li ber fîlmên klasîk hestên xwe bi dîmenan re dikin yek û wisa xwe vala dikin, di fîlmên Kîm Kî Dûk de li dîwar dikevin û sergêj dibin. Dûk, zimanekî nûjen afirandiye bi dîmenên xwe. Çîrokêk balkêş û xwerû li ber çavên me diherike diçe. Her çikas em aciz bibin, destê xwe bidin ber çavên xwe û xwe ji fîlm dûr bikin jî mirov dîsa dike û nake dev jê bernade.

Dûk, "ezê we biêşînim!"

Ji xwe fîlm hêj di serîde gazî dike û dibêje, " Qet li benda tiştên xweş nesekinin!" û berdewam dike, " Ev çîrok çîrokek ji rêzê nîne. Dibe ku hûn aciz bibin, ji xwe herin, xwe bi kursiyan de hişk bigrin, di nîvê fîlm de dev jê berdin û heta dawiya emrê xwe bidin xeber û gotinan ji min re...lê bisekinin dîsa jî, zû pişta xwe nedin fîlmê min. Di bin van dîmenan de li ser zayendî, civak, mirov, axlaq, sinc û tevahiya jîyanê derd û kulên min radizên. Hûn çikas birevin jî di heman demê de ev hinek çîroka we ye jî..."

Rexnegirê fîlman Jean Mîtry ramanên xwe yê li ser sînemayê wiha tîne ser ziman;  " Sînema bingeha xwe bi nîgaş (imge), têkiliyên nîgaşê û nîgaş û deng diavêje. Gava di sînemayê de mirovên ku diaxivin tên nîşandin êdî ew nabe sînema. Dibe ku ev mirov (kesên ku di fîlman de diaxivin) tiştên balkeş bêjin û ev tişt bibin xwepêşandinên balkeş jî, lê dîsa jî sînema ev nîn e. Gava dibînim ku di fîlmekî de mirov diaxivin ez aciz dibim û ez natebitim li ber van axaftinan. Sînema weka romaneka ku bi wêneyan hatibe nivisandin e. Bi dîtberiyê sêwirandina wateyan e sînema." 

Bi rastî gava min li fîlmê Kîm Kî Dûk temaşe kir ev gotin di serê min de hêj nû rûniştin. Fîlmekî bê axavtin û diyalog heta dawiyê xwe bi me dide temaşekirinê. Cûdahiya derhênerê baş di vir di xwe dide dest. Li hember ewqas tundî û xwînê mirov dîsa jî nikare dev ji fîlmê wî berde. Ji ber ku binê dîmenên tên nişandin têr û tije ne. Tenê ji bo li xweşa mirovan here li pey hev nehatine rêzkirinê. Dûk bi rexneyên tûnd û tûj riya niqaşê ( niqaşeka felsefîk ya li ser zayendiyê) jî vedike..

Dûk di fîlm de jiyana malbatekê hildide dest û li ser vê malbatê rewşa civakekê vedibêje. Dê, bav û lawê wan. Mijar li dora van her sê kesan diçe û tê...Ev kes ne xizan, bê war û bêçare ne. Hal û wextê wan li cî û di hêla aboriyê de tu pirsgirêka wan tuneye. Lê ev tişt ji bo bextewariyê têr nakin. Pêwîste ku dil rehet be dil! Kesên ku bi fikrên zayendiyê derûniya wan tevlîhev bû ye û her çikas diçe dikevin riyên nenas û bîrên bêbinî... Naveroka film ev e.  Pirsgirêkeka wisa ye ku, çikas diçe dibe gelemşe û girêkeka din lê zêde dibe. Benê jîyana wan (dê, bav û law)  li hev lifiya ye û ji hevdû dernakeve. Rewşa vê malbatê û tiştên dijîn tiştek wisa ye. 

Kîr jêkirin; Tenê tu malê min î! Xeynî min gere bi kesî nebî! An ez an jî qet!

Evîn, hezkirin û têkiliyên di nava di mirovan de wextê ketin nava kevanekê û di wir de dîl bûn,  ew gav ezeezokî, bêbaldarî û bêxwezayî di rihê mirov de şîn dibe. Mirov ji rastiya xwe dûr dibe û dibe biyanî. Hezkirin û bihevrebûn ewe ku mirov ji herkesî hez bike, ji gerdûn û xwezayê hez bike. Evîn, ewe ku civakê jî bi xwe re hilgire û biguherîne. Ez, tu, ew yanî herkes di ciyekî de hebe, hevparbûn û dilsozî hebe...Wekî din hesûdî dibe xwedayê mirov û dînê mirov jî dibe xedarî! Çirûska mirov ditemire û mirov di tarîtiyê de dixeniqe.

 

Diya lawik, ji ber bavê wî diçe bi jineka din re derdikeve dixwaze kîrê mêrê xwe jê bike. Lê dike nake bi mêrê xwe nikare. Ev car berê xwe dide kurê xwe û kîrê kurê xwe jê dike. Bavê kurik li ser vê buyerê xwe sûcdar dibîne. Dixwaze demançe berde kîrê xwe lê wê wêrekiyê bi xwe re nabîne. Biryar dide ku bi emeliyatê kîrê xwe jê bike û her wiha jê jî dike. Bav dixwaze ji vê sûcdariyê xwe rizgar bike. Riya rizgarbûnê jî wisa dibîne. Lê derûniya kurik qulopilo dibe! Carna dike ku dîn bibe. ( gava dixwaze bi qîzikê re razê û ji ber tûnebûna kîrê xwe nikare, şerm dike û direve) Bavê xwe dide ber pihînan, lê dixe û kerba xwe ji serê bavê xwe derdixe. 

Înca de were di nava civakeka pederşahî de bê kîr bimîne! Ha mirin ha bêkîrbûn! 

Kîrê mirov jî here mirov bi kêrî çi tê gelo?

Civakên ku mêrantiyê tenê bi kîr dipîvin û wisa nêzî kesan dibin. Ev yek derûniyeka wisa ye ku bi ti şêwazî nayê hilgirtin. Kêmasî, eyb û şermeka pir mezine bêkîrbûn! Biçûkbûn e biçûkbûn! Dûk, hişmendiya civakê ya li hemberî zayendiyê rexne dike û nêrîna çewt deşîfre dike.  Ji bo fêhmkirin û hilgirtina vê derûniyê pêwîste mirov xwe di hêla zayendî, civaknasî û derûniyê de perwerde kiribe û hişmendiya xwe jî fireh kiribe. Nexwe wê filmê Dûk je ma ra bê axlaq were. An jî wê weke "porno" bê hesibandin û her wiha wê bê nalet kirin. Belkî pir pêşda çûbe û vegotina wî hişk be, lê dîsa jî ew dizane û em dizanin ku ev fîlm ne ji rêzêye û hêjayê niqaşkirin û şîrovekirinê ye..

Her devara bedena mirov orgazmeke!

Bêkîrbûn wan (bav û law) mecbûr dihele ku ji xwe re riyeka orgazmê bibînin. Nexwe wê di nava xwe de biteqin! Li ser înternetê lêkolîn dikin. Dixwazin bi riya emeliyatê kîr bi xwe ve daynîn dîsa. Rojekê dîsa lêkolîn dikin û leqayî nivisekê tên, "Her devera bedena mirov orgazmeke." Bi êşkişandinê jî mirov dikare orgazm bibe. Bav û law jî riya êşkişandinê hildibijêrin û bi keviran piyên xwe dixwrînin heta xwîn jê diherike..Bi vî awayî orgazm dibin. Carna ciyê keviran kêr hiltîne. Lê armanc heman tişt e; orgazm! Êş kişandin bi xwe jî orgazmek e...

Hevsarê ajoyan tune ye lewma jî zeftkirin û sekinandina wan zor û zahmet e!  Hest û ajo (güdü) tiştekî ecêb û sosret in. Ev pirsgirêk bi hebûna însan re destpê kiriye û heta îro hatiye. Heta niha kes bi awakî teqez tiştekî negotiye li ser ajoyên mirovan. Ez ne bawerim ku were gotin jî...ger bê gotin jî wê her tim alîkî kêm bimîne. Mirov, yanî mîkro-kozmos...tevlîhevî, neteqezî, nediyarbûn, riyeka bê dawî weke gerdûnê...

Di fîlmê bê muzîk û diyalog de, girîn û hestirên çavên wan (dê bav û law) şûna muzîkê jî û şûna diyalogan jî digre li ber çavê min. Ev girîn û dilopên çavan ne ji bo ku gunehê temaşevanan bi wan bê hatine rijandin. Pêwîste mirov nekeve çewtiyek wisa. Ev girîn strana êş û bîranînên wan e. Bi kurtasi fîlm li ser êşên wan, yên me û yê tevahiya mirovahiyê  zêmareka zîz û kovandar e...

Dûk slav dide Nagîsa Oşîma û wî bibîrtîne

Kîm Kî Dûk bi Moebius, slavek xweş dide derhênerê Japon, Nagîsa Oşîma. Nagîsa Oşîma jî beriya niha bi 30 salan bi fîlmê xwe yê, "Împeratoriya Hestan" û çend fîlmên din li welatê xwe hatibû afaroz kirin û tiştên hanîbû ser sînemayê nehatibûn pejirandin. Lê Oşîma, ceribandinên xwe têr û tije û bi bingeh sêwirandibû. Lewma gava hate darizandin jî bersivên wî yên felsefîk mirov îkna dikir in. Wiha digot Oşîma, " Pirsgirêka zayendî şaş hatiye fêhm kirin. Bihevşabûn tiştek xwezayî û însanî ye. Lê  gava ku bedenek bi  bedeneke din re tê cem hev ew gav li ser hev zordestiyê dikin. Dixwazin bibin xweyê hev û têkiliya xwe bixin bin tekela xwe ango bin destê xwe. Wisa hat fêhmkirin ku naveroka zayendiyê jî ev tişt bi xwe ye. Ev raman xelet e. Eger mirov li pey vê fikra şaş here wê beden di bin oterîteya civakê de bibe dîlekî wisa ku qet nikare xwe rizgar bike. Di jiyana rojane de mirov di binê bandora vê fikrê de bimîne wê jîyaneka sefîl bijî û ev jîyan wê wisa bidome..."

Mustehcenî di hişmendiya mirov de ye!

Li ser peyva "mustehcen"iyê jî Oşîma derseka baş dide dozger û wisa didomîne; " Mustehcenî di serê temaşevanên ku bertek nîşanê lîstikên veşartî didin da ye. Mînak, zarok çi bibînin bila bibînin, tiştekî 'mustehcen'  qebul nakin û wisa lê narênin. Ew kesên ku dixwazin hinek tiştan bibînin û van tiştan davêjin nav dilê xwe li hemberî 'mustehcenî' yê pêjnker in. Tiştên dixwazin bibînin tenê carek bibînin wê 'mustehcenî' ji holê rabe; qedexebûn hilweşe û wê azadîbûn destpê bike. Pêwîste fîlmên wisa vekirî neyên qedexekirin nexwe wê mustehcenî qet ji holê ranebe."

 

Şerîda Mobius û kevirê Sisyphos

Pêwîste mirov hinek li ser navê fîlm jî rave bike, lewra hînbûna wateya "Moebius" ji bo fêhmkirina fîlm wê me ronî bike. Şerîda Moebius, di sala 1865'an de ji aliyê Ferdînand Möbius ve weke fikrekê û tiştekî nû hate dîtine. Di gotareka xwe de qala "şerîda Mobius" kiriye û pênasa wê wiha diyar kiriye, " Di şerîdeka normal de di rû hene, lê di Şerîda Mobius de tenê rûyek heye. Bi gotineka din  gava mirov li ser Şerîda Mobîus ji ciyekî destpê bike, piştî gerandinekê mirov dîsa tê ciyê xwe yê berê." Tê gotin ku Mobîus li ser vê şerîdê moristana biriye û haniye. Hemû moristan dîsa hatine ciyê xwe î berê. Weke kevirê ku sisypohs her tim digindirand di bir serê pal û careka din ev kevir dihat xwar. Yanî dubarekirina heman tiştan...Di fîlmê Dûk de jî ev mijar hatiye hunandin. Pirsgirêk çikas diçe tevlîhev dibe û dîsa tê serî. Di vê navberê de hinek guhartin çêdibin lê dîsa jî tiştê sereke nayên guhartin. Wisa dixweye ku Dûk, dixwaze vê yekê bibêje ji me re; mijara zayendiyê jî weke şerîda Mobius û kevirê sisyphos diçe û tê dikeve rewşa berê. 

Kuştin, şerîda Mobîus diqetîne..( Di dawiya fîlm de Dûk, li ser neçariya dê û bav diçe û tê lê ji navê dernakeve. Dûbare, dûbare û heman tişt...Herdûyan jî dikuje) Tenê kurik dimîne ew jî li ber peykerê Bûda tobe dike û dest bi bawerî û riyeka din dike. Gelo çareserî û rêbaz ev e? Tiştekî din ne pêkan e? Mirov bi riyeka dinê nikare şerîda Mobius biqetîne û xwe ji dîlbûnê xelas bike? Xelasbûn, azadbûn û rizgarî bi kîjan amûran wê pêk bê? Ev pirs di dawiya fîlm û her wiha di jiyana mirov de weke moristanên Mobius diçin û tên. Bêbersîvî mirov neçar dihêle...

Ne nav, ne deng, ne muzîk, ne gotin...tenê di sahnên dawiyê de dengê muzîkê hêdî hêdî bilind dibe. Wekî din bê diyalog û muzîk fîlm derdê xwe vedibêje. Bi dîmenan hevokên watedar dinivisîne û qet hewcedarî bi gotinên beredayî nabîne. Hêj di sehna yekemîn de mirov dizane ku wê fîlm ber bi xeterebûnê ve here. Ji xwe di fîlm de tundî, zayendî, têkilya ensest, zext, lêdan, sadîzm, mazoşîzm û hedonîzm qet kêm nabe. Hema bêje ev tişt hemû di fîlm de hene. Gava mirov bikeve pey van peyvan mirov wê nikaribe ji nav derkeve. Ligel van tiştên me rêz kir, ev tişt (sahneyên zayendî, tazîbûn, bihevşabûn, bihevra razan û hwd.)beredayî nehatine hûnandin. Bêwate jî nîn in. Mirov dikare bibêje ku felsefeyeka kûr hatiye sêwirandin. Senaryo bi xwe jî xweser û nû ye. Dûk, xal li dawiya dîmenên xwe nexistiye. Şîrovekirina rewşa wan ji me re hiştiye. Bi çend hêma û nîşanderan jî rê nîşanê me dide..

 

Li gel ku qet perwerda sînemayê nedîtiye û piştî 30 salî wir de li fîlman temaşe kiriye, Dûk berhemeka hêja derxistiye holê. Destê te û dilê te sax be...