Film Eleştirileri

  • 1
  • 2
  • 3
Prev Next

TATLI BELA

10-01-2014 Hits:1654 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

TATLI BELA

Selma Cavuldak- Sinema Dicle Yeni filmimiz 2000 yapımı,erin brockoviç in gerçek yaşamından beyaz perdeye aktarılmış başarılı ve azimli sıcak öyküsüyle izlenmeye değer bir film. Başrol oyuncumuz güzeliği ve çektiği filmlerde kadın konulu...

Read more

Başkanın Adamları: Başkanın Köpekleri!

19-11-2013 Hits:4063 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

Başkanın Adamları: Başkanın Köpekleri!

“Yalan söyleyin. Mutlaka inanan çıkar. Yeterince sık söylenen yalan, sonunda gerçek hale gelir.”(Hitler'in propaganda bakanı Goebbels)ARDÎN DÎREN- Sinema DicleBasın ve medyanın tarihsel süreç içinde her ülkede, bulunan koşullara göre farklı şekillendiği...

Read more

Masalsı bir öykü: Jîn

09-11-2013 Hits:3098 Sadık Bağadur Administrator - avatar Administrator

Masalsı bir öykü: Jîn

Sadık Bağadur- Sinema Dicle Türkiye’de ve Kürdistan’da çekilen politik filmlerin olumlu ve olumsuz tepki toplayan bir çok örneği olduğu şüphesiz. Ama İzlediğimiz bu tarz filmlerde, senaristin hayal dünyası ve yönetmenin çekim...

Read more

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

07-11-2013 Hits:1692 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

ARDÎN DÎREN- Sinema Dicleey pakrewaney xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkaney di şerran de cirrnexweşê biqaskurîbeşkante çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkante xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadiyan(Rênas Jiyan)Siwarê...

Read more

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!

05-11-2013 Hits:1595 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!

ARDÎN DÎREN-Sinema DicleBêguman jiyana gerila û gerîlatiyê ji gelek mirovan re tiştek bi efsûn û têr meraq e. Çiya û jiyana çiya ji zafek mirovan re bu ye kul û...

Read more

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

20-10-2013 Hits:1588 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

ARDÎN DÎREN-Sinema Dicle                                       " Zîhn, weke çiyayekî ji bûzê ye. Tenê ji hefta...

Read more

SABIR TAŞI

20-10-2013 Hits:1936 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

SABIR TAŞI

Selma Cavuldak-Sinema Dicle    Yeni filmimiz Afganistan sinemalarından,2012 yapımı film Atiq Rahimi nın romanından uyarlanmıştır.Kitap 2005 te kocası tarafından öldürülen ,25 yaşındaki Afgan şair Nadya Encüman anısına yazılmıştır.Başrol oyuncumuz güzelliğiyle...

Read more

3 İDOİT

10-05-2013 Hits:3510 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

3 İDOİT

  Selma Cavuldak - Sinema Dicle   Yeni filmimiz 2009 Hint sinemalarından,yönetmenliğini Rajkumar Hirani nin yaptığı,başrol oyuncusu Amharr Khanin klasikleri arasına giren en iyi gişe yapmış hit filmidir.  Filmimiz mühendislik okuyan üç arkadaşın...

Read more

Özgür olmalı ruhun, tıpkı bedenin gibi

13-04-2013 Hits:2990 Non Serviam Administrator - avatar Administrator

Özgür olmalı ruhun, tıpkı bedenin gibi

  Non Serviam-Sinema Dicle Sıcak bir çayı yudumlarken, düşünüp gitmek, sessizce duran yüzünün derinliklerine… Yaralar alarak, yudumlak çayı….   Birazda sen ağla , diye haykırıyor  şimdilerde bir adam ,taa derinlerden…. Yüzüm baharlara kuş  … Hüznüm ise  dağlara...

Read more

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!



  • ARDÎN DÎREN-Sinema Dicle

    Bêguman jiyana gerila û gerîlatiyê ji gelek mirovan re tiştek bi efsûn û têr meraq e. Çiya û jiyana çiya ji zafek mirovan re bu ye kul û derd. Lê mixabin herkes nikaribûye biçe û li wir, di hembêza çiya de jiyanekê bidomîne. Çiya; dil, ziman, feraset û nêrînek nû dixwaze! Dilpakbûn, wêrekbûn û serhildêriyek cûda dixwaze. Ji ber ku her kes nikare bi zimanê çiya mijûl bibe, her kes nikare xwe ji çiya re bike mêvan jî! Lewra mêvandariya çiya, dilnizmbûn û dilsoziyeke ku havênê xwe ji rastiyê çêkiriye dixwaze…

    Gelo çima gerîla û jiyana gerîla?
    Gerîla xweşikbûn e. Gerila hunereka bêhempa û bêdawî ye…Gerîla bi xwe çiya, xweza û lêgerîna rastiyê ye. Xwenaskirin û li jiyana mirovahiyê xwedî derketine gerîla. Ya herî girîng daf lêxistina bûjenî û bûjenîbûnê ye gerila! Di dema îroyîn de jî, ne karê her camêr an jî cemêrê ye ku dev ji malê dinyayê berde û berê xwe bide çiyayên asê, zinarên bilind û xewnên şikeftên tarî…

    Bi çêbûna bajaran mirov nexweş ketiye û her ku çûye ji xwezayê dûr ketiye. Ji xwe re, ji civakê re bûye biyanî! Tevlîhev bû ye. Dewx lê ketiye, bû ye gelemşe û ma ye.. Ji wê rojê û vir de mirovahî xwastiye vegere xwezayê û li wir bijî. Mirov dikare bibêje felsefe, îro hemû li ser vê pirsgirêke hûr dibe, diçe û tê..Ev pirsgirêk pir kesan eleqedar dike û ji hêla pir kesan ve bi awakî ciddî tê niqaşkirin.
    Ji ber ku armanc û mabesta me tiştek dinê ye em zêde dirêj nekin û werin ser mijara xwe.

    Wisa dixweye ku van tiştên min li jor rêz kiriye ji Reha Erdem re jî bû ye meraq, li ser vê mijarê hûr bû ye û xwastiye bi rêya gerîlayekê têkiliya mirov û xwezayê vebêje an jî fîlmekî derxe holê. Beriya em fîlmê “Jîn’’ binirxînin em hinek qala sînemaya Reha Erdem bikin wê baştir bibe.
    Erdem, gava qala sînemayê dike wiha dibêje; “ Rastî min zêde eleqedar nake û ez nakevim pey rastiyê.“ Lewma jî sînemaya wî hinek sûrealîst e. Yanî mijarê hildide dest bi rastiyê re zahf girênade. Ew li pey ziman û estetîkeka çêkirî ango sûnî ye. Ji efektên dijîtal û nîşaneyan hez dike û di fîlmên xwe de bikartîne. Dîsa di sînemaya wî de têkiliya xweza, mirov û ajalan berbiçav e. Bi baldarî nêzî sewal û xwezayê dibe. Baweriya wî ewe ku mirov û sewal pir dişibin hev û di navbera wan de tu cûdahiyek mezin jî tune ye. Di gelek filmên xwe de dengê sewal û ajalan bikartîne. Dibêje, “em di gerdûna wan de, ew jî di gerdûna me da ne.“ Vê yekê bi awakî serkeftî dike û fîlmên hêja jî çêdike. 

    De înca em werin ser fîlmê JÎN..Erdem, bi fîlmê JÎN xwastiye ku li ser têkiliya xweza, mirov û sewalan fîlmek çêbike. Ji bo filmê xwe jî, jineka Kurd ya gerîla hilbijartiye. Di orjîna fîlm de jiyan û derûniya jina gerîlaya Kurd he ye. Lê mixabîn Erdem vê carê fîlmekî zêde pasîf û nebaş derxistiye holê! Gava mirov li fîlm temaşe dike mirov hizir dike ku fîlmekî zêde zor daye xwe! Zordayînek bê wate…

    Ez fêhm dikim hilbijartina Erdem di cî da ye. Lewra gava mirov difikire îro kesên ku herî zêde bi xwezayê re dijîn û lê xwedî derdikevin gerîla ne. JİN, JÎN, xweza peyvên ne dûrî hev in. Ev peyv bingeha xwe ji hilberîneriyê distînin. Jin jîyanê diafirîne. Xweza jî jîyanê diafirîne. Jin û xweza hevdu temam dikin. Gava mirov îro lê dirêne kesên ku di vê rewşê da ne, gerîlayên Jin yên ku li çiyayên Kurdîstan'ê têdikoşin bi xwe ne. Hema bêje 24 saetê xwe di nav xwezayê de derbas dikin. Ev biryara Erdem ya li ser jineka Kurd ku gerîla ye baş tê fêhmkirin. Lê tenê hilbijartina gerîla, ji bo vegotineka têr û tiji û bi kûrahî ne bese! Pêdivî bi senaryo û karakterên baş jî he ye..Mixabîn ne senaryo baş hatiye nivisandin û ne jî karaktera gerîla baş hatiye ravkirin. 

    Difikirim..gelo ji bo çi û çima fîlmekî wisa çêkiriye? Kesên ku nizanibin wê bibêjin senaryoyê bi kotek û zorê pê dane nivisandinê. Bi rastî ez li ber fîlm aciz bûm. Belkî bive heqaret lê carna min wisa hîs kir ku ez li rêzefîlmên kanala samanyolûyê temaşe dikim!
    Tamam ez fêhm dikim, elbet ev fîlm ne fîlmekî gerîla ye û ne jî fîlmekî têkoşîna gerîla ye. Serçava û serseran! Ji xwe em jî ne li benda tiştek wisa ne. Lê belê pêwîste mirov erdnîgeriya ku gerîla lê dijî rast vebêje. Nexwe wê fîlmê mirov lewaz bimîne û neyê fêhmkirin. Her çikas Erdem bibêje, “ Rastî min eleqedar nake.“ jî di her fîlmê de rastî û mantiqek gere hebe. Îro gerîla li çiyayê Kurdîstanê hene û li wir têdikoşin. Erdnîgariya gerîlayê Kurd Kurdîstan e! Di filmê Jîn de ne erdnîgarî, ne çiya, ne ziman û ne jî atmosfer ya Kurdîstanê ye. Tevger û dînamîzma gerîla ya bi xwezayê re qels ma ye. Kêm û xelet hatiye vegotin. Ev xeletî û kêmasî jî ji senaryoyê tê…

    Erdem di hevpeyvîneka xwe de wiha dibêje; “ Tu derfeta ku em biketana warê gerîla tune bu. Di dawiyê de ev fîlmekî rasteqînî nîne. Qala rastiyekê dike lê ne rast e. Ji lewra jî li ciyekî din jî dikaribu bihata kişandin.“ 

    Erdem, “ Her çikas rengê xwe nîşan nede jî bi texmînî li derdora Qendîl’ê derbas dibe fîlm.“

    Ezbenî, Qendîl li kur û Mêrsîn li kur? Çiyayê Qendîl’ê li kur û çiyayê Mêrsîn’ê an jî Toros li kur?

    Ne ziman, ne devok, ne erdnîgarî, ne çiya, ne mirov û ne jî atmosfer ya Qendîl'ê ye! Ev jî dibe sedema fîlmekî ne dilsoz. Mirov dike nake li fîlm germ nabe. Ji yekî ku nizanibe re tu pirsgirêk tune ye belkî, lê ji yekî ku bi Kurmacî zanibe û li Kurdîstan'ê jiyana xwe derbas kiribe re pirsgirêkek mezin e. Erdem bi kî şêwirî ye û çewa senaryo nivisandiye mirov meraq dike bi rastî? Bi fîlmê JÎN encameka ne baş û xeter derketiye holê... 
    Xwezî fîlm ji dil jî li Qendîl'ê bihata kişandin

    Belê rast e di fîlm de sahneyên xweşik û estetîk hene. Kadraja Erdem li ciyên girîng sekiniye. Dîtberiyeka giranbuha derxistiye holê. Sehneyên sûrealîst ne xerab in. Jîyana sewal û ya mirovan heman tiştin. Carna hinek sewal ji mirovan jî baştir in, bêtir dilsoz û rast in bi mirov re. Ev tev di filmê JÎN de hatine hunandin. Lê ev tenê têr nakin. Ji bo dîtberiyekê bide nîşandan dînamîkên dinan piştgo bike û xelet vebêjê çê nabe? Madem wisa bila belgefîlmek bikşanda çêtir bû ez bawerim...
    Erdem zêde ecele kiriye û fîlm li ciyekî çewt kişandiye. Kes bi darê zorê fîlm bi te nedaye kişandin. Çima xwe mecbûr hîs dikî? Xwezî Erdem, filmê xwe ji dil jî li Qendîl'ê kişandibiya. Belkî ew gav fîlm bibûya xwedî wate...

    Îro peyvên Kurd û Kurdîstan bi xwe jî polîtîk bû ye. Mirov bike û neke nikare gerîla û jîyana wan bi nêzîkatiyek dij-polîtîkbûn nîşan bide. Tiştekî ji rêzê be jî ew nikare xwe ji rastiya gerîla dûr bixe. Gava dûr bikeve wê hunda bike. Li gor min Erdem jî bi filmê JÎN hunda kiriye! 
    Derketina çiya bi xwe jî sekneka polîtîk û axlaqî ye. Înca gava mirov qala gerîla, bi taybetî jî gerîlayên jin bike û wê ji polîtîkbûnê dûr bixîne, tenê bi nîşaneyan û dîtberiyeka xwezayî nîşan bide wê mirov bikeve xeletiyeka mezin. Çi cûreyê hunerê dibe bila bibe gava ku di berhemên xwe de, refleksa gerîlayên jin û berteka wê ya li hemberî desthilatdarî û hişmendiya mêr ya feodal nîşan ne de, wê ew berhem qels bimîne û baş neyê fêhmkirin.

    Him li nal û him li bizmar dixe!

    Huner bi xwe vegotinek polîtîk e! Her hunermend di berhemên xwe de fikrekê, bîrdoziyekê û nêrînekê xwedî dike. Ji xwe gava mirov bibêje, "Bîrdoziya sînemayê tune ye." û wisa nêz bibe wê zafek kes henekê xwe bi mirov bikin. Lewra îro du nav huneran de yê herî polîtîk û xwedî bîrdozî hunera sînemayê ye. Erdem, her çikas ji peyva "sînemaya polîtikbûyî" bireve jî di fîlmên wî de polîtika he ye. Di fîlmê JÎN da jî polîtîkayek çewt bikar aniye..

    Qerektera ku Erdem ava kiriye şevekê ji refên gerîla diqete û dixwaze here bajarê Îzmîr'ê cem dayika xwe. Ji xwe fîlm li ser derûnî û têkilaya wê ya bi xweza û ajalan re hatiye avakirin. Navê wê jî JÎN e. Lê em fêhm nakin bê ka çima ji refên gerîla diqete. Û heta fîlm diqede jî em tênagihijîn çima JÎN diqete û dikeve riyeka din..

    Xeynî wî di fîlm de çend çewtiyên dinê jî hene. Mînak, li Mêrsîn'ê leşker li ser riyan zû bi zû nasekinin û qontrolê nakin. Lê di fîlmê JÎN de leşker pêşiya otebosê digrin û li nasnameyan dirênin. Çewa ku her kes jî dizane ev rewş tenê li rêyên Kurdîstan'ê derbasdar e. Kesên ku bi Kurdî diaxivin kurdiyeka ne zelal û devokeka xera bikartînîn. Ev jî navber dixe nava temaşevan û karekteran. Gava JÎN bi dizîka dikeve malekê li wir jinikeka pîr û nexweş he ye. Di nav ciyan de û li ber sikrata ye. Ew jinik bi devokeka Mêrsîn ku bi Tirkî'ye diaxive. Lê Erdem jî baş dizane ku li Kurdîstan'ê dayik tev bi kurdî dipeyivin û jiyana wan Kurdane ye. Cil û bergên ku JÎN ji malê didize jî ne cil û bergên Kurdîstanê ne! Gava mirov jineka wisa li Kurdîstan'ê bivîne wê mirov heyrî bimîne! Ji ber ku nasnama JÎN tune ye di qontrola rê de tê girtinê. Piştê wê digrin dibin qereqolekê. Dengê tifing û helîkoptêran kêm nabe. Pêvçûn he ye leşker ge vir de ge wir de weke gêja bazdidin. Dîsa nêzîkatiya leşker ya nazîk ji çav nareve! Werhasil pêvçûn derdikeve leşker tev diçin. Gava diçin derî vedikin û JÎN jî direve diçe...Yanî tiştek wisa qet tuneye û nehatiye jiyandin. Wê leşker herin pêvçûnê, derî vekirî bihêlîn û kesên bê nasname ji wir birevin. Sahneyeka pir sexte û bêbawer!
    Mêr'ên JÎNxwar!

    JÎN diçe kur rastî mêrekî kotî û ketî tê. Her mêrê ku leqayî wê tê dixwaze êrîş bike û êrîş jî dikin. Ev mêr tev bi çavekî tecawîzkar nêzî JÎN dibin. Bi dorê pêşî şivan, bilêtvanê otebosê, çawîşên karkeran û herî dawî Kurdekî ku xwe firotiye û bû ye îxanetkar. JÎN gava ji çiya dadikeve dixwaze here Îzmîr'ê lê pere pê re tune ye. Diçe ba bilêtvan lê bilêtvan dibê pere tune be tu nikarî biçî. Bi awakî tesadûf li motoreka karkeran siwar dibe diçe ku çape bike û pere kar bike. Jinek alîkarî didêyê. Lê evcar jî çawîşê karkeran êrîşê wê dike û dixwaze pê re razê. JÎN bi awakî xwe ji destê wî difilitîne û direve diçe. Perê xwe yê sê rojan distîne û diçe bilêtekê dikire ku biçe Îzmîr'ê lê di rê de tê girtin. Li wir jî îxanetkarekî Kurd êrîşê wê dike bi awakî qirêj. Lê çewa me li jor jî got pêvçûn dertê JÎN ji vir jî xelas dibe û berê xwe dide çiya dîsa...

    Ev tiştên jorê tev dibin sedema ku JÎN dubare derkeve çiya û li hemberî vê ferasetê têbikoşe. Tenê çiya paqij me ye wekî din li her der desthilatdariya mêr dibare! Belkî Erdem, nêrîn û nêzîkatiya mêr ya feodal rexne dike lê mêrên JÎNxwar jî tev Kurd in. Êrîşkar û nebaş in! Ger Erdem nexwastibe jî rastiyek wisa derdikeve holê. Ev yek jî nêzîkatiya faşîzma Tirk bixwe ye! Kurd; ne delal diaxivin, hût in, ne estetîk in û hebûna wan neyêniye. Ev helwest û dijminahî bi salan e li hemberî gelê Kurd tê bikaranîn. Mixabîn bi fîlmê JÎN Erdem jî ketiye vê fikr û ramanê..
    Erdem dibêje ku; "JÎN di navbera du alîyan da ma ye." Li ber çavê Erdem, leşker, mêr û gerîla heman tiştin û weke hev dinirxîne. Ev nêrîn ne rast e. Bi tu awî nayê pejirandin. Heta wisa dide xuyandin ku JÎN bi awakî xapandinê derketiye çiya!? Vê rewşê jî bi sehna ku JÎN pirtûkekê (pirtûka erdnîgariyê) dixwîne nîşan dide. JÎN pirtûkê dixwîne lê nizane baş bixwîne. Yanî dide gotin ku bêperwerde ye! 

    Senaryo tevlîhev e. Qendîl û Mêrsîn ketiye nava hev. Devok, cil û berg û erdnîgarî di gola nakokiyê de serê xwe dişon! Ku ewder Qendîl be karê otebosa Mêrsîn'ê li wir çi ye? Jinika nexweş çima bi Tirkî dipeyive? Berovajî vê ku ewder Mêrsîn be ew teqîn, leşker û pêvçûn li wir rûneniştine! Ev senaryo û tevger di serê temaşevanekî jîr de wê bibe sedema pirsnîşanan? Û em dizanin ku Erdem ji bo temaşevanên jîr sînemayê çêdike. Ji ber wê diviyabû Edem baştir hûr bibûya û cilê kurahiyekê li JÎN bikira... Bi teqîn û topan erdnîgarî dişewite, dar dişkên, sewal tên kuştin. Temam ev sahne baş in, xweşin û dijminahiya komarê ya li hemberî daristan û xwezayê hindik be jî radixe berçavan. Lê gava mirov li fîlmekî birêne pêwîste mirov bi tevahî binirxîne û wisa nêz bibe. Gava mirov wisa nêzî fîlmê JÎN dibe, JÎN di asteka nizm de dimîne û derdê xwe baş nabêje ji me re.

    Sînemaya Erdem ne sînemayek ji rêzê ye. Di Tirkiyê'de derhênerê weke wî kêm in. Ez bi xwe jî ji sînemaya wî hez dikim û wî dişopînim. Lê vê carê çênebû ye! Û bi angaştek bilind ez dikarim bibêjim ku di fîlmografiya Erdem de JÎN fîlmê herî nebaş e...