Film Eleştirileri

  • 1
  • 2
  • 3
Prev Next

TATLI BELA

10-01-2014 Hits:1726 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

TATLI BELA

Selma Cavuldak- Sinema Dicle Yeni filmimiz 2000 yapımı,erin brockoviç in gerçek yaşamından beyaz perdeye aktarılmış başarılı ve azimli sıcak öyküsüyle izlenmeye değer bir film. Başrol oyuncumuz güzeliği ve çektiği filmlerde kadın konulu...

Read more

Başkanın Adamları: Başkanın Köpekleri!

19-11-2013 Hits:4241 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

Başkanın Adamları: Başkanın Köpekleri!

“Yalan söyleyin. Mutlaka inanan çıkar. Yeterince sık söylenen yalan, sonunda gerçek hale gelir.”(Hitler'in propaganda bakanı Goebbels)ARDÎN DÎREN- Sinema DicleBasın ve medyanın tarihsel süreç içinde her ülkede, bulunan koşullara göre farklı şekillendiği...

Read more

Masalsı bir öykü: Jîn

09-11-2013 Hits:3178 Sadık Bağadur Administrator - avatar Administrator

Masalsı bir öykü: Jîn

Sadık Bağadur- Sinema Dicle Türkiye’de ve Kürdistan’da çekilen politik filmlerin olumlu ve olumsuz tepki toplayan bir çok örneği olduğu şüphesiz. Ama İzlediğimiz bu tarz filmlerde, senaristin hayal dünyası ve yönetmenin çekim...

Read more

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

07-11-2013 Hits:1755 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

ARDÎN DÎREN- Sinema Dicleey pakrewaney xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkaney di şerran de cirrnexweşê biqaskurîbeşkante çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkante xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadiyan(Rênas Jiyan)Siwarê...

Read more

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!

05-11-2013 Hits:1648 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

JÎN: Li Mêrsîn'ê çîrokek Qendîl'ê!!

ARDÎN DÎREN-Sinema DicleBêguman jiyana gerila û gerîlatiyê ji gelek mirovan re tiştek bi efsûn û têr meraq e. Çiya û jiyana çiya ji zafek mirovan re bu ye kul û...

Read more

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

20-10-2013 Hits:1652 Ardin Diren Administrator - avatar Administrator

MOEBÎUS: QÎRKİRİNEK Lİ SER ZAYENDİYÊ

ARDÎN DÎREN-Sinema Dicle                                       " Zîhn, weke çiyayekî ji bûzê ye. Tenê ji hefta...

Read more

SABIR TAŞI

20-10-2013 Hits:2012 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

SABIR TAŞI

Selma Cavuldak-Sinema Dicle    Yeni filmimiz Afganistan sinemalarından,2012 yapımı film Atiq Rahimi nın romanından uyarlanmıştır.Kitap 2005 te kocası tarafından öldürülen ,25 yaşındaki Afgan şair Nadya Encüman anısına yazılmıştır.Başrol oyuncumuz güzelliğiyle...

Read more

3 İDOİT

10-05-2013 Hits:3627 Selma Cavuldak Administrator - avatar Administrator

3 İDOİT

  Selma Cavuldak - Sinema Dicle   Yeni filmimiz 2009 Hint sinemalarından,yönetmenliğini Rajkumar Hirani nin yaptığı,başrol oyuncusu Amharr Khanin klasikleri arasına giren en iyi gişe yapmış hit filmidir.  Filmimiz mühendislik okuyan üç arkadaşın...

Read more

Özgür olmalı ruhun, tıpkı bedenin gibi

13-04-2013 Hits:3064 Non Serviam Administrator - avatar Administrator

Özgür olmalı ruhun, tıpkı bedenin gibi

  Non Serviam-Sinema Dicle Sıcak bir çayı yudumlarken, düşünüp gitmek, sessizce duran yüzünün derinliklerine… Yaralar alarak, yudumlak çayı….   Birazda sen ağla , diye haykırıyor  şimdilerde bir adam ,taa derinlerden…. Yüzüm baharlara kuş  … Hüznüm ise  dağlara...

Read more

RÛMETA MİROVAHİYÊ WÊ ÎŞKENCÊ TÊK BİBE!

ARDÎN DÎREN- Sinema Dicle

ey pakrewan
ey xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkan
ey di şerran de cirrnexweşê biqaskurîbeşkan
te çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkan
te xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadiyan


(Rênas Jiyan)

Siwarê şîn; hebûn û tunebûn, darizandina wijdan, azmûna vîna mirov û rêwîtiya ber bi dojehê ve...Siwarê Şîn; dilsoziya rêhevaltiyê, berxwedan, sekna şoreşgerî û şoreşgerîtiyê...Siwarê Şîn; di nav agir de bê av û bê nefes hewldana jiyanê...Siwarê Şîn; bawerî, hevaltî û heviya pêşerojê...Siwarê Şîn; hewar û qêrîna dîlbûyînê...Siwarê Şîn; li jiyanê xwedî derketin û wate dayîna hilma mirov û mirovahiyê. Siwarê Şîn; wênê xedarî, zilm, zordarî û xezebê! 

Di dîroka PKK'ê de bêguman bi sedan mînakên berxwedanê hene. Siwarê Şîn jî yek ji van berxwedanê ku deng da ye û nehatiye jibîrkirinê ye. Ev bûyer ji hêla Fuat Kav (ku ew bi xwe jî vê bûyerê jiyaye û şahidê qewimandinê ye) bi navê Siwarê Şîn (Mavi Ring) weke pirtûkekê hate çapkirin. Ömer Levendoğlu piştî derketina pirtûka Siwarê Şîn li ser vê mijarê hûr bû û xwast filmê vê qewimandinê bikşîne.

Her çikas min ji berêve, vê mijairê xwandibe, guhdar kiribe û bihîstibe jî piştî xwandina pirtûkê, bîra min ya ku hişk bû bû ji nû ve şîn bû û min bûyerê di dilê xwe de carek din bibîr anî. Çewa ku tê zanîn pergal naxweze em bûyerên dîrokî di bîra xwe de bigrin. Her tim dixwaze em jibîrbikin û qet neynin bîra xwe. Bi kurtasî dixwaze jiyaneka bê dîrok û civakeka ku paşeroja xwe hunda kiribe bi afirîne. Lê wêje, helbest û fîlm dibin dijminê vê helwesta şaş û ji nû ve dixwazin bêran bidin destê me da ku em bîra xwe bikolin û bigihîjin kakilê dîroka xwe. Ev cureyên hunerê dibin sedema tevgerekê û bi hêza xwe me ji xewên şîrîn şiyar dikin. 

Piştî xwandina pirtûkê min li fîlmê Levendoğlu jî temaşe kir. Ev car bi bandora dîtberiyê bîra min carek din lerizî û min ev bûyer heta damarên xwe hîs kir. Ev tiştên ku qal dikim rasterast ne qatarsîst e. Her çikas ez di nav mijarê da bûm di heman demê de ewqas jî ji mijarê dûr bum. Lê dîsa jî mirov dike û nake li ber fîlm hestiyar dibe, zîz dibe û carna çavên mirov tijî dibin hêsir û dilop dilop. Hestiyarbûnek tije û ji serî heta binî bi wate.

Bi fîlm re wijdanê mirov jî tê darizandin û mirov van pirsan ji xwe dipirse; Mirov çewa ewqas bêwijdan dibe? Av û hilm(nefes) jî qedexe bibe çi wata jiyanê dimîne? A rastî bê hilm û av jiyan dimeşe? Sînorê vîna mirov heta kurê ye? Hêz û bawerî heta kurê? Di fîlm de mirov dibîne ku hinek mirovên taybet di nav agir de berxwedidin, dimeşin û dijîn...
Bûyera Siwarê Şîn wiha destpê dike. Di sala 1989'an de li Girtîgeha Eskîşehîr'ê girtiyên doza PKK'ê nêzîkî mehekê ketina greva birçîbûnê. Rojekê xeber tê û tê gotin ku wê girtîgeh bê valakirin û girtî jî sewqî Girtîgeha Aydın'ê bibin. Her çikas li hemberî vê biryarê girtî, nerazîbûnên xwe bînin ziman û bertek nîşan bidin jî ev biryar naguhere. Bi lêdan û talanê li gel dirûşmên; " Wê rûmeta mirovahiyê îşkencê têk bibe!" tên mişext kirin. Bê av û bê nefes dikevin rêwîtiya mirinê ango dojehê...Ev rêwîtî 18 saet didome. Heta digihîjîn Aydın'ê di hevalên wan di vê rêwitiyê de tên kuştin (Hüseyin Hüsnü Eroğlu û Mehmet Yalçınkaya) Yên ku sax dimînîn jî heta niha ji nexweşiyên mayînde rizgar nebûne û jiyana xwe wisa didomînin. 

Aha mijara filmê Siwarê Şîn jî ev e; di ciyekî teng, çaleka kûr û tarî de bê nefes û av nivisandina berxwedanek ku wê qet neyê jibîrkirn e..
Gava ku mijar dibe Kurd sonda Hîpokrat pênc kuruş pere nake! Hema bêje di hemû girtîgehan de nêzîkatiyên bijîşkan bi vî rengê ye. Li ber çavên wan tendûristî tiştek ji rêzê tê xuyanê. Ji xwe muayneya wan jî bi awakî formalite derbas dibe, weka hemû rêveberiya girtîgehan! 

Levendoglu, senaryoya xwe li ser bijîşkeka jin ava dike û dixwaze bi saya vê bijîşkê hemû kesê ku ji vê rewş û bûyerê re biyanî ne bikevin nav fîlm û çavdêriya vê zilmê bikin. Siwarê Şîn wê birêkeve lê pêwîste bijîşk jî vê biryarê îmze bike ku prosedûr bi cî bibe! Bijîşka reben û belengaz ku haya wê ji bayê felekê tune ye şevekê, ji xewa şêrîn şiyar dikin û tînin girtîgehê nava dîwarên qalind û deriyên hesin..Axir bijîşk îmze davêje lê nizane û fam nake ku ji bo çi û çima îmze avêtiye. Wê di rê de hîn bibe...
Siwarê Şîn bi rê dikeve lê em qet derve nabînin hema bêje ji xeynî çend sahneyan, fîlm tev di siwarê de derbas dibe. Ji ber ku lîstikvanê sereke siwarê şîn e, em ji nava siwarê dernakevin. Siwarê Şîn ji gelek kesên girtî re bû ye mal û wargeh. Li ser derûniya di hundirê wan Siwarê Şîn'de mirov dikare bi hezaran gotin û peyvan rêz bike...Mekan, cî ango siwarê şîn platoyeka teng lê baweriyaka mezin e. Di vî ciyê teng de mirov sînor û vîna xwe çêtir nas dike. Dîsa mirov hîn dibe ku bîrdozî, rêxistin û sekna sincî (ahlak) sînoran diqelişîne û zilm û zordariyê bêwate dike. Vîna bi rêxistin, baweriyê ji nû ve diçêne û hevaltiyê li ser piyan digre. Dîlên di siwarê şîn de vê yekê nîşanê me didin. Bi mirinê dikenin û qerfên xwe pê dikin..

Stran, henek, çêr û uslûb...

Stran xeyal û hevîyên mirov zindî dihêlin. Strandin serînetawindin bi xwe ye! Strandin tê wateya; ez heme û hêj nemirime. Di nava şert û mercên herî xirab de jî dîlên Siwarê Şîn dev ji henekan bernadin. Henek ji bo moral û motivasyona mirovan tiştekî girîng e. Dîlên Siwara Şîn bê nefes û av dîsa di ciyekî de bi henekekî ber dilên hevalên xwe xweş dikin û wan dikenînin. Ken; dijminê xedariyê! Ken; av û nefes! Ken; dansa jiyanê...Dîlên Siwarê Şîn li gel ewqas tiştên neyênî dîsa jî henakan dikin û dikenin. Bi gotineka din di navenda mirinê de staran dibêjin û dans digrin. Dîsa mirov dikare bibêje ku çêr jî refleks an jî bertekeka xwezayî û însanî ye. Lê di wextê wî û ciyê wî de. Her çikas di felsefa PKK'ê çêr, xeber û gotinên erzan tunebin jî carna hinek dîlên serhildêr xwe nagrin û kesên ji wan re didin xeberan (ev kes bi gelempêrî leşkerên bi rutbe ne ) ew jî bi xeberan bersiv didin wan û bi zimanên wan diaxivin. Weke dîlê bi navê Remzî ku xwe nagre û dilê xwe rehet dike. Lê çi dibe bila bibe ev sekn na ya dîlên PKK'ê ye û gere neyê bikaranîn. Beriya çêr were gotin te dît rêvebirek dikeve navberê û hevalê xwe îkaz dike û dixwaze aram be. Ev jî wisa dibe zafek caran; "Heval uslûb!" 

Uslûb girîng e. Uslûb havênê giyana mirov e. Ramanên mirov bi uslûba mirov xurt dibin. Sekn bi uslûb xwe çê dike. Lewma uslûba şoreşgeriyê pêwîste ewkas ne erzan û ji rêzêbe. Girtiyên PKK'yî di hemû qadên xwe de bi baldarî nêzî vê mijarê dibin. Weke rêgez û îlke kî gotinên xerab ji lîteratûra xwe dûr xistine. Di felsefa wan de ciyê xeberên nexweş tu ne ye! Ew zimanê kesên li hemberî te bikar tînîn ketina wan kesan radixe ber çavan. Şoreşgerek gere nê van lîstikan û di şertên herî dijwar de bi xwe zanibe û li wê gorê tevbigere. Ji ber vê jî dîlên bi navê Felat ku di heman demê de rêvebir û berpirsyar e jî bêhnpakiya xwe nîşan dide û piştî her çêrên Remzî wî hişyar dike û dibêje; "Heval uslûb!"

"Heval uslûb!" yanî nebe weke dijminê xwe û bi zimanê wî yê erzan neaxive. Xwe neyne asta wî ya ku ji sincê mirovahiyê dûr ketiye.
Dîlên Siwarê Şîn zû bi zû teslîm nabin. Hinek hewldidin ku camê bişkênin, hinek tenê ji bo hilmekê be jî di kevin pey derxistina vîdekî û hinek jî ji bo hevalê xwe fedekarî dikin nahêlin ku xwe berdin û bikevin...Ne bêhndayîn, ne nan, ne av û ne jî nefes...siware diçe û dîl bi mirinê re şer dikin...

Bijîşka jin bi vê rêwîtiyê fêhm dike ku îmza avêtiye, di heman demê de îmza kuştinê ye jî! Lê nikare tiştek bike carek îmze avêtiye. Veger tune ye. Çend cara dixaze ji dîlan re bibe alîkar lê leşker nahêlin. Leşker jî di bin emîr da ne. Neçarî û tirsa wan di çavên wan de xwuya dike. Di nava leşker û bijîşk de axavtinek wiha derbas dibe;

Leşker; "Çima alîkarî dikî. Ev helwesta te sûc e. Tu bi vê tevgera xwe dibî sûcdar!"

Bijîşk; "Ji bo ku mirov di vir de nebe sûcdar tenê riyek heye, ew jî kuştin e!"
Gotineka di cî de ye ev gotina bijîşk. Bi rastî jî ji bo mirov di Siwarê Şîn de nebe sûcdar tenê riyek heye ew jî kuştina wan dîlan e.

Dîsa gotina bijîşk ya ku ji leşker re dibêje; " Bi ya te, tenê ez weke bijîşkekî li vir im." Di jiyanê de hinek tişt hene li ser pênasên mirov in. Hinek rewş, bûyer, qewimandin û hwd. însanî, wijdanî û axlaqî ne. Mirov çi dibe bila bibe di dawiyê de hêleka me ya hevpar he ye ew jî mirovbûn e. Pivanên mirovahiyê li ser hemû pênasan e! 

Bi saya vê rêwîtiyê, bijîşk jî rûyê komara xwe yê xedar nas dike û fêhm dike ku ji bo Kurda Hîpokrat zûde miriye. (mirov dikare bibêje ku temaşevanên ku ji vê rastiyê re biyanîne jî , bi bijîşk re heqîqatê hîn dibin.)Bijîşk e lê mixabîn di bin çekan de ye û nikare tevbigere! 
Ku mirina mirov nêz dibe mirov diçe zaroktiya xwe

Li xwîdana hev dimijin dîlên Siwarê Şîn û wisa tîna xwe dişkênin. Kurd, her çikas zaroktiyek pak derbas nekiribe jî dîsa zanibûye azad bijî. Lewra her Kurdê ku mezin dibe di tengesiyê de dixwaze slavekê bide zaroktiya xwe û kulmek av ji wê kaniyê vexwe. Di fîlm de jî du sahne hene ku dilê mirov kîzîn dike û diqelêşe. Dîlên ku westiyane û ji tîna ketine rêwitiyekê dikin gundê xwe, biçakahîya xwe û bîranînên xwe. Her du sahne jî li ser tîbûyînê hatine avakirin. Her dû dîl jî bi dilekî xemgîn zaroktiya xwe di demên xwe yên dawî de dixwazin bibîrbînin. Ev rêwîtî azadbûna wan ya ji Siwarê Şîn e jî li gorî min. Xeyal, sînorên zordestiyê diçirînê û baranê direşîne ser dîlbûna wan. Ezmanê şîn di dilê xwe de hembêz dikin û têdikoşin; zaroktiya wan ji wan re dibe nefes, av û jiyan...

Di bin alê de îşkence!

Di fîlm de sahnên ala Tirkiye jî naveroka fîlm watedar dike. Dîlên ku azadî, wekhevî û aştiyê xwastine, ketine bin zextên komarê. Al nîşaneya despotîzm û erkê ye. Erk, fikrên cûda, civak û kesên cûda di bin ala xwe de napejirîne. Tenê tiştê ew dixwaze derbasdare, wekî din cûdahîtî bi tu awayî ne pêkan e. Mirov dikare ku bibêje ev sahne naveroka fîlm bi xwe ye. Komar sûcdar e! Siwarê Şîn, bi destê komarê bi rê ketiye û herî dawî bu ye kujerê du dîlan.

Atmosfera fîlm rewşa dîlan baş radixe ber çavan. Disa tarza fîlm jî baş hatiye hilbijartin û ji bo ji atmosfer û derûniya dîlan neyê dûrketin kamera qet ji Siwarê Şîn dernakeve derve. Derhêner dixwaze em jî bê av û nefes bimînin. Em jî empatîyekê çêbikin û xwe têxin dewsa wan. Dixwaze em jî di Siwarê Şîn de gêj bibin û ji tîna bikevin. Dîsa dixwaze li ser me bandorekê çêbike û wijdanê me jî bixe lêpirsînê û bidarizîne.

Weke rexnekî mirov dikare li ser du sahne an jî mijaran bisekine. Sehna yekemin, gava ku dîlên Siwarê Şîn li ser vîdê kom dibin û ji cî derdixin..ji ciyê ku vîdê derdixin hilm, hewa tê , lê mirov baş tênagîhije û nabîne û hizir nake..sehna dûyemîn jî sehneya li xwîdana hev mijandin; ev sahne zahf zû tê derbaskirin. Pêwist bu li ser van sehneyan hinek bihata sekinandin û bi awakî dinê berfireh ji me re bihataya nîşandan lê mixabîn ev sahne di dilê mirov de rûnanên!

Ji ber çi ev sahne girîng in? Lewra, di Siwarê Şîn (dojeh) de hewa û av tiştê ji wan re herî pêwîst û jîyanî bûn. Ev her du sahne hinek din çêtir bihatana kişandin wê naveroka fîlm xurttir bibûya. Di vê bûyerê de tiştê herî mirov hestiyar dikir û ku mirov di bin bandora wan de dima ev her du mijar bûn. Ger li ser van sehna hinek din bihata xebitandin wê fîlm bêtir bihata fêhmkirin...

Ev fîlm hinek dişibe fîlmê Hunger(Birçîbûn) ku li ser girtiyên ÎRA hatibu kişandin. Di fîlmê Hunger de jî dîlên ÎRA'yî nêzîkatiyên girtîgehê napejirînin û dikevin greva birçîbûnê. Di vî filmê de jî kamera qet ji hepsê dernakeve û em jî bi wan re di hepsê de dijîn. Di hêla atmosferê de her du fîlm nêzîkî hev in. Lê fîlmê Siwarê Şîn bêtir di mekan ango ciyekî teng de hatiye kişandin. 

Weke encam mirov dikare diyar bike ku bi zimanê xwe yê sînematografîk jî filmê Siwarê Şîn, pêleka nû ye di sînemaya Kurdî de. Vegotineka estetîk hatiye afirandin û senaryoya ku ji ber rastiyekê hatiye sazkirin di Siwarê Şîn (wi mekanê teng û zor) de baş hatiye ravekirin an jî sêwirandin. Ev fîlm, zimanekî propagandayê yê erzan hilnebijartiye û bandora sînemayê ya li ser mirovan carek din nîşanê me da ye. Lewma jî ciyê fîlmê Siwarê Şîn him ji ber bûyerê û him ji ber zimanê ku hatiye afirandin wê her tim cûda be di sînemaya Kurdî de...