Û Nêrgiz Bişkivîn



Kurtîya çırokê

Ev fîlm sereboriya komeke şervanên Kurd ku weke Pêşmerge tên naskirin ravedike. Piştî peymana “binavûdeng” a Cezayirê ku di sala 1975-an de, di navbera Şahê Îranê û Sedam Hisên de, bi mebesta serkutkirina gelê Kurd ji alî her du dewletan ve pêkhatibû, ev kom li hemberî serkutkirin û sitemkariya Sedam bi hemî hêza xwe diberxwe dide û dixwaze bi awayekî aşitiyane û birûmet bijî. Ev kom ji hin kesayetiyên Kurd ên ku dixwazin hezkirina xwe ya bêpîvan a ji axa xwe, jiyana xwe ya aram û her wiha jî evîna xwe ya kûr à ji bo aşitiya pêşerojê bi hemî dinyayê bidin naskirin pêk tê. Herçend ku li hemberî dîktatoriya Seddam şer bikin jî, hêviya xwe ya ji bo azadiyê tucarî wenda nakin û her dem bi gotûbêj an bi lihevkirin riyeke çareseriyê ji pirsên xwe re dibînin. Di dema şer de, ku ji bo wan riya bitenê ya li jiyanê man bû jî, wan tucarî baweriya xwe ya jidil a ku şer tucarî weke çare nedidît û aşitî weke pêşeroja bitenê a misogerkirina bextewerî û serbilindiya gel didît wenda nekir.

 

Aşitî yan Şer

Û Nêrgiz Bişkirvîn fîlmek e ku besta xwe ji çîrokeke rasteqîn vegirtistiye û ji bo bîranîna qurbaniyên serkutkirina rejima Seddam Hisên hatiye terxan kirin.

Kişandina fîlmê, di sala 2003-yan de dest pê kiriye û di hezîrana 2006-an de jî temam bûye. Bi sedema şerî, êrîşan, kêmasiyên teknîkî, tunebûna îmkanên aborî û mercên hewayê kişandina fîlmê gellek caran hatiye rawestandin. Fîlm li başûrê Kurdistanê, nêzîkî tixûbên bakur û rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye. Li vê herêma çiyayî ku bi rêbiwarî jî rê pênakeve, guhaztina materiyal û alavan diviya li ser pişta qantiran bûya, ku vê jî dimeneke xwezayî ya hêzeke mezin pêk tanî. Vê yekê jî taybetmendiyeke din li orjînaliya kesayetiyan zêde dikir. Çibigre hemî rolên têkoşerên Kurd û Iraqî, ji alî pêşmergeyên rasteqîn ve hatine lîstin, ku li şûna çekên derewîn, wan çekên xwe yên rastî bikar anîne. Her wiha piraniya rolên gundiyan jî ji aliyê gundiyên bi cilûbergên xwe yên rojane ve hatiye lîstin. Destek û piştgiriya gelê kurd bi ekîba fîlmçêkirinê re, beşdariya pisporên hêzên çekdar ên Kurd ku gullebaran, şer, teqandin... pêkanîn û di encamê de rênedan ku qezeyek ji ber bi karanîna çekên rasteqîn pêk bê nîşana daxwaza gotina derd û hêviyên her Kurdekî ye.

 

Fîlmê pêşîn ê bi temamî kurd, li Iran û Tirkiyeya ku peyva Kurdistanê lê tabû ye hate qedexe kirin, Û Nêrgiz Bişkivîn dijî û dê di nêzîk de bi saya sebata derhênerên xwe, wênekêşê xwe, fîlmçêkerên xwe û baweriya wan a bi zimanê sînemayê bê belavkirin. Daxwaza wan a bêhempa ya serketinê derfeta ku gellek astengên li ser riya xwe yên ji dema filmçêkrinê heta belavkirinê li paş xwe bihêlin da wan. Ev asteng; ji çapkirinê bigre heta pevbestî û zarevekirina ku ji ber studyo li Kurdistanê tunebû li Îranê hate çêkirin û ew jî bû sedemê dest danina ser bandên deng, bobînên 35 mm ji alî gumrika iranê ve, di dema guhaztina wan bi riya hewayî ber bi Ewrûpayê ve...

Piştî ku belavkirina fîlmê ji alî hemî belavkeran ve, bi mahna ku bihayê wê yê bazirganiyê tuneye hate redkirin, Şuayip Adlig bû belavker, da ku li hember her zoriyê banga aşitiyê, gaziya gotûbêj û lihevkirinê a ji alî Û nêrgiz bişkivîn ve dihate kirin bighîne her kesî da ku cîlên pêşerojê bi serbestî û azadî bijîn. Weke ku xwediyê vê danasînê jî şahid e, ev serê 18 mehan e, gelek jin û mêrên bihîstiyar seferber bûne da ku Û nêrgiz bişkivîn bê ser perde û ekranan

Lîstikvanên filmê
Hussein Hassan Ali (Jagar)
Masoud Arif Salih (Doktor)
Bakir Kovali (Bekir)
Mohammed A. Atrishi (Salih)
Issmail Zuber (Muxtar)
Hakar Mohsin (Pêşmerge)
Shahin Kivork (Esker)
Awaz (Şîlan)
Beybun (Beybûn)
Casum (Ferec)
Suleiman (Behzad)
Arazu (Gulê)


U Nergis Bîşkivin di Festîvala Fîlmen Nawnetevi a Berlîn'e layîkê xelata Yekeminti a Rexêstina Efuyê hat dîtin.