Fîlmê anîmasyonê yê Kawayê Hesinkar


Herçiqas bazarek hevkar û endustriyek sînemaya kurd hîn derneketibe meydanê jî, herroj nûçeyên li ser fîlmeke nû yê kurdî di çapemeniyê de cîh digrin.
Çîroka Kawayê Hesinkar, ku di mîtolojiya kurd de ciheke grîng digre û wek qehremanê herî kevin yê kurdan tê naskirin, bû mijara fîlmek anîmasyonê. Fîlmê bi navê ”The Legend of Kawa Blacksmith-Efsaneya Kawayê Hesinkar” hatî kişandin, ji niha ve wek fîlmê yekem ê kurdî yê anîmasyonê tê pejirandin.

Fîlm, bi hevkariya derhênerê kurd Havî Îbrahîm û derhênerê brîtanî Stauart Palmer ve hatiye çêkirin.
Ev demeke drêj bû li ser vî fîlmî xebat dihate meşandin û piştî salekûnîvê ancax hate temamkirin.