Konferansa Sinemeya Kurd a Navneteweyî li Amedê

AMED (DÎHA) - Konferansa Sinemaya Kurd a Navneteweyî ya di 4 û 13 kanunê de ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Navenda Çandê ya Amedê ve tê amadekirin û bi piştgiriya Baylozxaneya Îsveçê tê kirin li Amedê dest pê dike.

Amedê rojên borî de malevaniya "Rojên Wêjeya Navneteweyî" kir, niha jî malevaniya "Konferasa Sinemaya Kurd a Navneteweyî" bike. Konferansa ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Navenda Çandê ya Amedê ve tê amadekirin û bi piştgiriya Baylozxaneya Îsveçê tê kirin.

"Konferansa Sinemaya Kurd a Navnetewe" dê 4'ê kanunê bi filîma Bahman Qubadî ya bi navê "Nîvê Heyvê" ya Sînemaya Ewropayê dê bê temaşekirin û piştre jî konferans bi resepsiyonek dest pê bike. Konferasa di 4-13'ê kanunê de dê pêk bê, akademisyenên cuda yên li cihanê, derhîner û sinemavan dê tevlî bibin. Konferas dê bi du beşên metodolojîk û tematîk sinemaya kurd bê nîqaşkirin. Bi vê armancê di nava 4 û 11'ê kanunê de di bin navê "6 Erdnîgarî, 6 Filîm" dê fîlîmên Nîvê Heyvê (Bahman Qubadî), Min Dît (Mîraz Bêzar), Herman (Hisen Hesên Elî), Azadiya Biçûk (Yuksel Yavuz), Davîd û Leyla (Jalal Jonroy), Sifir Kîlometre (Hîner Saleem) dê bên temaşekirin. Bilî van dê bi tevlîbûna derhîner û rexnegirên fîlîman dê xwendina filîman bê kirin.

Dê bi du beşan sînemaya kurd bê nîqaşkirin

Panela konferansê ya yêkemîn dê di 12'ê kanunê de li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlêbûna Hîner Saleem, Hîşam Zaman, Mîraz Bêzar, Hisen Hesên Elî' û pêşkêşvaniya Mustafa Gundogdu di saet 13.00'an de bi navê 'Wekî pirsekê Sînemaya kurd" dê bê kirin. Ya duyemîn jî di 13'ê kanunê de saet 13.00'an de bi navê "Bi cihkirina Sinemaya Kurd" dê bêkirin. Di panela duyemîn de Jalal Jonroy, Tîm Kennedy, Yuksel Yavuz, Hamîd Dabaşî, Ayça Çîftçî beş dar bibin. Pêşkêşvaniya wê dê Devrîm Kiliç bike.