“Şarê” Derhener :Müjde ARSLAN

Stenbol, 10 Rêbendan – Bo bîranîna Ceylan Onkola 12 salî ku, li Licê ya Diyarbekirê bi çekên leşkerî hatibû kuştin, bi nave “Şarê” fîlmek hate kişandin.

Derhênertiya fîlmê Mujde Arslan û Îrfan Taşkin dikin û senaryoya fîlmê jî ji hêla Arslan, Taşkin û Suat Eroglu ve hate nivîsandin.

Di fîlmê de, ji malbata Ceylana 12 salî Sozda Onkol, Raif Onkol û Saliha Onkol rol girtin. Fîlm dê beşdarî mihrîcanên neteweyî û yên navneteweyî bibe.

Ceylan Onkola 12 salî, li navçeya Licê gundê Pêkûyî (Paşçiya), di encama teqîna hewana ku ji qereqola leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû. Bûyer di raya giştî de bûbû sedema nerazîbûnan.