Galaya ‘Qirêj’ li Diyarbekirê tê pêkanîn

Galaya fîlma “Qirêj” a derhêner Yusuf Çetin ku, ser sîstema cerdevantî ya Tirkiyeyê hatiye kişandin, di 27ê sibatê de li Diyarbekirê tê lidarxistin.

Derhêner Yusuf Çetin, îro çû serdana Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir û derbarî fîlma “Qirêj” de agahî dan wî. Çetin got, li gorî daneyên resmî li Tirkiyeyê 70 hezar cerdevan hene û destnîşan kir ku, di binpêkirina mafan de para cerdevanan pir zêde ye.

Çetin got, li ser cerdevanan sîstema venêrînê nîne û ji ber vê jî cerdevan pir zêde tevli madeyên hişber, destdirêjî û qaçaxî dibin û da diyarkirin ku, armanca wan derbarî mijarê de raya giştî agahdarkirin e.

Derhêner Çetin got, di fîlmê de ji sedî 60ê diyalogan bi kurdî ne û ji ber vê jî xwestine ku galaya yekem li Diyrbekirê pêk bînin.

Osman Baydemir, bo vê daxwazê got, “Ser serê min, ser çavên min.” Baydemir soza alîkariyê da û got, “Bo gihîştina aştiyê divê huner bête aktîfkirin.”