‘Şeveke Dirêj’ li Ewropa bi du zimanan tê nîşandayîn

Piştî xebata sê mehan, fîlma bi navê “Şeveke Dirêj” di sînemayên Ewropayê de, bi du zimanan tê nîşandayîn

Piştî xebata sê mehan, fîlma bi navê “Şeveke Dirêj” di sînemayên Ewropayê de, bi du zimanan tê nîşandayîn

fîlma “Şeveke Dirêj”, 45 deqîqe ye û di navbera kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj de ye. Enwer got, wî û grubeke sînemaya Ewropayê, bi xebata 3 mehan fîlm amade kiriye.

Herwiha Sultanî got, di nava çend rojan de, hemû karên hunerî yên fîlmê dê biqedin û dê bête nîşandayîn û domand, “Fîlmeke hunerî ye. Keda fîlmsazên Spanyayê jî tê de heye. Li Madrîd û Yûnanistanê hatiye kişandin. Fîlm, çîroka ciwanên kurd ên ku li welat derdikevin û berê xwe didin Ewropa ye vedibêje. Di vê çîrokê de girîngiya şevan sereke ye.”

Enwer got, aktorên sereke yên fîlmê Mark Varbin û Sare Mokin in û nêzî 60 kes di vê fîlmê de dilîzin û fîlm ji hêla “Movie 1” ve hatiye çêkirin.