Di nav mirinê de dengê jiyanê Tê

 

Deng, jiyan, dîmen û ba… Evana felsefeya fîlmê ‘Sirta la gal ba’ ne. Çîroka fîlmê di nav zor zehmetî û tirsa rejima Sedam Husên de derbas dibe. Lê di fîlmî de ji bilî zor û zehmetî de berxwedana jiyanê jî heye

Deng, jiyan, dîmen û ba… Evana felsefeya fîlmê ‘Sirta la gal ba’  ne. Çîroka fîlmê di nav zor zehmetî û tirsa rejima Sedam Husên de derbas dibe. Lê di fîlmî de ji bilî zor û zehmetî de berxwedana jiyanê jî heye. Qêrina zarokek nûve tê cîhane viya nîşanî medide. 
Fîlmê Shahram Alidî, ji bilî çîrokê xwedî bi dîmen û felsefe sînemeyê jî gelek girîng e û biha giran e. Ji ber vî yekê fîlm, cara yekemîn di mîhrîcana navneteweyî ya 62’emîn Cannes ê hat nîşandan û ji bona kameraya zêrîn bi gelek fîlmên din re ket pêşbirkê. Min jî cara yekemîn li vir fîlm temaşe kir. Ji xwe fîlm bi nave xwe jî xuya ye ne berhemek klasîk e. Ne çîroka fîlmê ne jî dîmen felsefe û estetîka wî tiştek klasîk nîn e. Erê fîlm li başûrê Kurdîstan ê derbas dibe. Çîrok jî wekî gelek çîrokê fîlmên din behsa rejîma BAAS ê û kirinê Sedam Husên dike. zîlm, zordarî kuştin, tirs û mirinê. Mirina gelen bê xwedî, yên ji tirsê revîne çiyan….  Fîlm ji destpêk, heyanî dawî de di vî çerçovê de derbas dibe û bi xwedî çîrokek bi hez û quwet jî bal dikişîne ser xwe. Di aliyê din de Shahram Alidî, bi derhenêrê dîmena yê Îranî Turaj Aslani re kar kiriye. Dîmenên Xwezayî yên çiya yê Kurdistan ê bi nêrina Aslani re fîlm bêtir girîng bûye. Bê guman di fîlmê de tene kuştn, zordarî, xemgînî û zilm tune. Keyf, şahî û dîmenên ji jiyanê jî hene. Em di fîlmê de tevahî jiyana kurdan dibînin û dibin şahîdê van tiştan. Ya herî bala me dikişîne jî derhenêr, di nav jiyanek zor û zehmetiyê de bi heviyek  hez û quwete. Ew tu carî kamera xwe nake kolanek bê rê. Hertim di dawiya rê de ronahiyek heye. Ji xwe fîlm jî bi ronahiyê û dengê jiyane qede. Shahram Alidî, li Îran ê jiyaye. Xwendina xwe ya sînemaya yê jî li wir temam kiriye. Beriya sînemaya jî wenekeşî xwendiye û kiriye. Ji ber wî mora sînemaya Îran ê li ser derhenêr heye. Bêgumen ev ne tiştek xirabe. Li gorî min tiştek başe.  Ez sînemaya Îranê di ecibinim û temaşe dikim. Xwediyê felsefeyek dîrokî ye. Eger mirov bikare felsefaya vî sînemaya yê bi kar bîne gelek baş e. Alidî, di “Sirta la gal ba” de ev bi kar aniye. Lê di dema pêş de çawa bike û bi kar tîne yan na? Em wî nizanin.  Wekî din fîlm, wekî weneyek nexş bi nexş hatiyê çêkirin.  Bihna helbestê jê tê…Gerek di warê çîrokê de gerek jî di warê wenê de û gerek jî di warê montajkirinê de fîlmek giranbuha ye… 

ZAROK QÊRÎN Û PÊŞEROJ
Fîlm li ser peyama û qeyidkirina çîrok û denga dimeşe. Qehremanê fîlmê mam Baldar, di fîlmê de wekî peyamnerê xwede gund, gund mal bi mal digere û dibe şahîdê çîrokê xemgin û bieş. Wekî melekê xwe de çi dibize û guhdar dike wan tiştan qeydê teyîba xwe dike. Di nav gund û mirovan de postavaniyê dike. Mam Baldar wekî melekek bi per û bask her roj li cîhekiye, fir dide. Ev kare wiye. Şev û roj, dem û sal… ji xwe em jiyana kurda, zîlm û zora li ser wan kirinê rejîma BAAS ê jî li pê şopa mam Baldar, dibinin. Ew me li gund û bajarê Kurdistanê digerine. Di vî gerê de mam Baldar, rojek li çiya rastê serleşkerek peşmergan tê. Ew peşmerga jêre dibeje “Gava zaroka min hat cîhane gerek tu dengê wî qeyîd ki, û ji min re bînî.” Mam Baldar, jî ji bo vî denge dikeve rê. Di vî rewîtiyê de em rastê gelek rewestan tênên. Her rawesteyek de eş, dram, xemgînî û şahiyê kurdan tê nîşan. Serleşkerê rejîma BAAS ê  ji gelek herema ji ber kes nuçeyen peşmerga guhdar nekin hemu radyo ya tov dike û wan bi darek de girê dide. Çêkere radyo yê jî bi dare de gire dide û dengê hemu radyo ya jî vedike bi wî aweyê li çeker îşkence dike û wî terkê mirinê dike.Dimenên wek wusa jî fîlm, cudatir kiriye. Wekî din fîlm, di aliyek de jî xwediye dimenên belgene jî. Wek belgefîlemek rast e. Lê di aliyek din de jî wek helbestek Cîgerxwîn xemgîn û bi êşe jî. Derhenêr, bi dimenên jinen xwediye kincên reş û di nav mezelan de jiyana kurdan nîşanî me dide. Ev peyamana bi serê xwe eşa, şer û pevçune xwuya dike. Ji xwe bingehe fîlmê jî li ser van dimen û peyama dimeşe. Fîlm di aliyê din de jî çanda kurda ya bi hezar salan jî bi dimenên balkeş tine ser perdeya spî. Di fîlmê de tene eş û xemgînî tune. Berxwedana kurdan jî heye. Hez û quweta wan û berxwedana ji bo azadiyê ji heye. Ev ji berxwedana kurdan ya bi hezar sala li dijî gelek arteşên dagirkera çawa pêk hatiyê nîşan dide. Derhenêr Alidî, ev çiyana di vi berxwadenê de rolek çawa lîstiyê wî bi aweyek zelal nîşanî me dide. Fîlm, bi dengê mam Baldar, qeyd kiriyê di qede. Ew denga dengê zarokê nuvede hatiye cîhanê yê serleşkere peşmerge ye. Ew peşmerge, dengê mam Baldar, qeyd kiriye û aniye bi riya radyo ya peşmergan de di weşîne. Ew dengê zarokê hatiye cîhane li hemu ciya, deşt û gundên kurda belav dibe. Fîlm bi vî dengê dawî dibe. Ev jî tê vî menê: Jiyanek nû û heviyek azad…

KUNYEYA FÎLMÎ
Nav: Sirta la gal ba
Mijar: Dram
Derhenêr: Shahram Alidî
Senaryo: Shahram Alidî
Lîstikvan: Omer Chawshin, Maryam Boubani, Fakher Mohammad Barzani, Bistoun Ali Ghader, Moharam Hossein Ghader, Valid Marouf Jarou
Kamera: Turaj Aslanî
Dem: 77 deqîqe
Welat: Kurdistan
Sal: 2009
Ziman: Kurdî

Ali Güler